Di zeman û cihên guncav de wê bersivên bi bandor û pêwîst werin dayîn

0 1,172

Ji çapemenî û raya giştî re

Dewleta Tirk a dagirker ev demek dirêj bû amadekariyên êrîşeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dikir. Bi taybetî provakasyona ku bi xwe xwe li Stenbolê pêk anî bûn, kirin hincet û gefên êrîşê li ser herêma me xwarin. Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê Mijdarê de bi şev di seat 12:00’an de êrîşeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anî. Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifat û Şehba hatin hedef kirin. Êrîşên hewayî heya danê sibê bi navber berdewam kir.

Di encama van êrîşan de li bajarê Dêrikê, li gundê Teqil Beqil komkujiyek mezin pêk hat. Li gundê Teqil Beqil di lêdana despêkê de karmendek saziya kehrebê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din gel kire hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Herwiha cihê belavkirina kehrebê jî zirarek mezin dît.

Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobedar ku nobeta embarên genim û cihên zîraatê digirtin şehîd ketin û li xeta Ebû Rasen jî şervanek me şehîd ket.

Li Kobanê di encama êrîşên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespît kirin 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek mal û milkên hemwelatiyan zirar dîtin.

Di van êrîşan de bi qasî ku hat zelal kirin zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyê jî jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan ve carek din rûyê xwe yê qirker û faşîst eşkere kir ku ew dijminatiya gelan dike û tehamûla wê ji aramiya herêmê û jiyana hevbaş a gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nakin. Ev êrîş ne tenê li hember gelê Kurd hat lidar xistin. Armanca vê êrîşê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk QSD heta niha çawa ku me herêm û gelê xwe ji êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker parast, ji niha û şunde jî emê vê erka xwe ya dîrokî bi israr û biryarbûnek mezin berdewam bikin. Ev komkujiyên dewleta Tirk a dagirker wê bê bersiv nemînin. Di zeman û cihên guncav de wê bersivên bi bandor û pêwîst werin dayîn.

Em bawerin ku wê gelê me heta dawiyê li hember van êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, yekîtiya xwe, hevgirtin û biryarbûna xwe hîn xurttir bike. Wê girêdana xwe bi axa xwe û aramiya herêmê ve ji her demê zêdetir pêş bixe û helwesteke xurt li dijî êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê bide.

Em ji tevahî gelê xwe û ji malbatên şehîdên ku di vê komkujiyê de şehîd bûne sersaxiyê dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku emê xwedî li ked, tekoşîn û bîranîna wan derkevin. Her wiha em şifaya acîl ji tevahî birîndaran re dixwazin.

Fermandariya Giştî ya QSD

20’ê Mijdarê 2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.