9 şervanên me dema diçûn herêma başûrê Kurdistanê Şehîd bûn

0 978

ji Medya û Raya Giştî re
Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAİŞ ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du bilafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror şervan Kobanê şehîd bûn.

Hêzên Antî Terorê di şerê li dijî terorê de şervan û fermandarê xwe ê herî baş feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerên dijwar kirin. Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerdekirin û hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ne di şerê li dijî DAIŞê de û bi awayekî aktîf tekoşîn dikin ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên şer û teknîkî û bihêzkirina mekanîzmayên çalakiya hevbeş li herêmê ligel hêzên cuda yên ku şer DAIŞ dikin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî a pîroz.
Di heman demê de em bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
17 Adar 2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.