Hêzên me wê merasîmeke navendî ji bo 9 şehîdên YAT’ê li darbixe

0 128

Wê hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk roja çarşemê 22 Adarê merasîmeke navendî ya bi heybet ji bo oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê yên ku li başûrê Kurdistanê di encama qezaya Helîkopterê de şehîdbûna li darbixe.
Merasîma leşkerî û gelerî wê di 22 Adarê de seat 11 Sibê bi beşdariya gelê Bakur-Rojhilatê Sûrî û bi amadebûna gelek heyetên herêmî û hevalbendên hêzên me yên antî terorê pêk were.
Wek dilsoziya bi zarokên gelê me yên ku di oxira parastina herêmê bi tevahî pêkahteyên wê canê xwe feda kirin, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê netewî û serhildanê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD
22 Adar 2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.