Jİ BO RAYA GİŞTÎ

0 652

Ji hêla raya giştî ve baş tê zanîn ku êriş û gefên dewleta Tirk yên li ser herêmên me bi dijwarî berdewam dikin. Wekî tê zanîn beriya niha balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li Kobanê 6 ciwanên me şehîd xistibûn. Piştre jî êrişên dewleta Tirk yên li ser gundên Eyn İsa, Zirgan û Til Temirê yên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hêzên me li hember van êrişan berxwedaniyeke bibandor meşand û him gelê me him jî gund û bajarên me li hember van êrişên dagirkeriyê parastin. Di demekî ku hêzên me di xetên temasê yên herêmên dagirkirî de di nava berxwedanê de ne, çeteyên DAÎŞê êrişekî berfireh li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê pêk anî. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin ya herêmê ye ku çeteyên DAÎŞê têde têne girtin. Ev girtîgeh ne tenê ji bo herêmên me ji bo ewlekariya hemû cîhanê girtîgeha herî xeter e.

Li gor îtirafên hinek çeteyên êrişkar ku hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtiye û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê İraqê hatine û van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20ê çile de, saet derdora 19:30an, bi seyareyên bombe barkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrişê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewildana revê kirine. Di derbarê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya İqtisatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin pêk hat. Him li taxa Xwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar hatin jiyankirin û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tasfiye kirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sixinaqên wan yên veşartî û çekên giran yên wekî doçka jî hatine desteserkirin.

Di encam de girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye û tedbîrên pêwist hatine girtin û hewildanên wan yê revê ji binî ve têk çûye. Ji aliyê din ve niha hêzên me kar dikin da ku di hûndirê girtîgehê de jî kontrol çêkin. Lê belê em texmîn dikin ku hîna 2-3 şaneyên wan li Taxa Xwêran mabin û ji bo vê yekê li Taxa Xwêran operasyon berdewam e. Di şerê van 2-3 rojan de zêdeyî 160 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê hatine kûştin. Bi giştî 175 çete hatine kûştin.

Di şerê van 3 rojan de 27 şervanên me jî bi qehremanî şehît ketin. Niha rewş ketiye bin kontrolê û me dest bi operasyonekî berfireh ya paqijiyê kiriye, ango bi tevlîkirina 10 hezar şervanên QSDê û hêzên ewlekariya hûndir ve hamleyekî dijber yê paqijkirina DAÎŞê em didin destpêkirin. Li hember şaneyên DAÎŞê yên veşartî û hewildanên wan yên tevlîheviyê operasyonekî berfireh li herêmên Hasekê, Reqqa û Dêrezorê hatiye destpêkirin.

Di van 3 rojan de hêzên me yên QSDê, her weha hêzên asayîşê û HPC qehremantî û zîrektiyekî mezin nîşan dan. Her weha di vê operasyonê de hêzên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAÎŞê jî bi hêzên me re bi awayekî çalak û hemahengiyê de cih gitine.

Her weha gelê me yê Xwêran û yê Hasekê jî alîkariyekî mezin bi me re kir. Li ser vê yekê em gelê xwe spas dikin, lê belê hinek şaneyên DAÎŞê yên êrişkar yê ku hîna hêzên me di dûv wan de ne û dixwazin bê bandor bikin hene. Ji bo vê yekê daxwaza me ew e ku di serî de gelê me yê Hasekê û hemû hemwelatiyên me, bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar. Hêzên me niha pir bi baldarî tevdigerin ji bo ku zerar negihîje sivîlan. Ji ber ku çete xwe di nav sivîlên Xwêran de vedişêrin û em bi baldarî û bi sebir tevgerdigerin da ku zerar negihîje sivîlan, mal û canê wana.

Me wekî QSD çawa ku bi biryardarî û fedakariyekî mezin li hember DAÎŞê şerek mezin meşand û qaşo dewleta wê ya mezûm têk bir, him herêmên xwe û him jî cîhan ji bela wê rizgar kir, em di heman biryar û îradê de ne ku bermahiyên DAÎŞê yê mayî jî têk bibin. Emê nîhayîyen ango bi şiklekî mayînde cîhanê ji vê belayê rizgar bikin. Biryarbûna me ev e û bersiva me li ser vê êrişa DAÎŞê wê di vê çarçovê de be. Lê em pêwist dibînin ku hinek agahiyên din jî bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî îfadeyên hinek ji van DAÎŞiyên ku hatine girtin, berpirsiyarên wan li hêla Tirkiyê û li hêla herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê ne û dixwazin ber bi hêla wan ve birevin. Qismek jê jî ji hêla Ramadî yê İraqê hatine û ev balkêşe ku di vê dema ku hêzên me bi DAÎŞê re mijûl dibû de li xeta Eyn Îsa hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî êrişî baregeh û mewziyên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me, lê li dijî vê êrişa wan berxwedaniyeke tûnd çêbû û ew êrişa wan hat şikandin. Her weha di xeta Til Temirê û Ebû Rasên de jî kombûn û êrişên wan hene. Hemwextiya van êrişan û êrîşa DAÎŞê ya bi hev re manîdar e. Lê belê wekî hêzên QSDê, me heta niha çawa ku herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyekî mezin li hember hemû rengên êrişan parastiye, ji vir û şûnde jî emê biparêzin.

23.01.2022

Fermandariya Giştî a QSDê

Leave A Reply

Your email address will not be published.