Aliyek ji xebatên Encumena Sivîl a El-Siwer

0 587

DÊRA ZORÊ – Encumena Sivîl a bajarokê El-Siwer ê li herêma Dêra Zorê ku di destpêka sala 2018’an de hatiye damezirandin, xebatên xwe yên xizmetguzarî ji bo hemwelatiyan berdewam dike.

Saziyên sivîl ji bo sererastkirina riyan, tamîrkirina xetên karîzan û çareserkirina pirsgirêkên av û ceyranê, her wiha birêvebirina karûbarên hemwelatiyan bi rya komîîte û encumenên xwecihî didomin.

Encumen ji çend nivîsgehan pêk tê: Nivîsgeha Xizmetguzarî, Nivîsgeha Tenduristî, Nivîsgeha Lihevanînê, Nivîsgeha Jin, Nivîsgeha Çandiniyê, Nivîsgegha Ciwanan û Nivîsgeha Perwerdeyê.

Hevserokê Encumena Sivîl a El-Siwer Meşaan El-Ebdellah diyar kir ku ew ji bo xizmetên pêwîst kar dikin û alîkariyê didin xelkê deverê. Encumenê ji bo peydakirina ava vexwarinê 4 sehrîcên avê erekdar kiriye.

Encumena Sivîl a El-Siwer bi hevrêziya li gel Şaredariya Gel projeya xetên karîzan jî pêk anî, her wiha planek ji bo projeya qîrkirina rê û kolanên bajarokê daniye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.