MERASÎMA OXIRKIRIN Û RAGIHANDINA 8 ŞEHÎDAN

0 539

Reqqa – Bajarê Firatê 4 şehîdên berxwedan û rûmetê oxir kirin ku dema li ser erkên leşkerî bûn şehîd ketin, bi kerwanekî fermî û gelêrî heta goristana şehîdan a Hikûmiyê li bakurê Reqqayê.

Merasîm bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir, piştre şervanan toraneke leşkerî pêşkêş kirin, piştî wê Fermandara Meclîsa Leşkerî Îman Mihemmed axaftinek kir tê de destnîşan kir ku ev qonaxa niha pir hestyar  e ku hemû dewlet hewl didin desthilata xwe ferz bikin û tevliheviyê biçînin. Her wiha tekez kir ku ew ji bo parastina her bostekî axa Sûriyê hertim amade ne.

Her wiha nasnameya 4 şehîdên sivîl Enes El Xatêr, Ebd El Ezîz El Xêr, Salêh El Mihemmed û Necim El Îsa hatin eşkerekirin ku dema li ser ekê xwe yê karmendî bûn di Komîteya Çandinî de, şehîd ketin.

Û beriya ku oxirvan nimêja cenazeyê bikin, belgeyên şehadetê ji bo malbatên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û siloganên ku qehremantî û fedekariya şehîdan pîroz dikin de hatin radestkirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên her çar şehîdan li ser milê rêhevalên çek û rê hatin rakirinû ber ve cihên wan yên dawî ve çûn:

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.